Di çarçoveya Operasyona Çember-6 ya ku li 81 bajaran hat lidarxistin de zêdeyê 2 hezar fîrarî hatin girtin
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da dîyar kir ku di çarçoveya operasyonên Çember-6 de li seranserê Tirkîyeyê di 3 rojên dawîn de ji alîyê fermandarîyên cendirme, midûrîyetên polêsan ên bajar û fermandarîya peravê ve kontrol û lêgerîn hatin kirin.
Yerlîkaya da zanîn ku di kontrolên rê û serdegirtinên mal û cîhê kar de di kontrola nasnameyan de 2 hezar û 136 kesên ku derbarê wan de biryara girtinê hebûn hatin girtin.