Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya li ser jinên hatine qetilkirin ya meha Hezîranê eşkere kir.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya li ser jinên hatine qetilkirin ya meha Hezîranê eşkere kir.
Li gor raporê, di meha Hezîranê de 31 kuştina jinan pêk hatîye û 22 jin jî bi guman mirî hatin dîtin. Di meha Hezîranê de, herî zêde kuştina jinan li Stenbolê hat kirin. Her wiha ji 31 jinên ku hatin qetilkirin, 10 jin ji alîyê hevserên xwe ve, yên din jî ji aliyê bav, kur, xizm û zilamekî nenas ve hatin qetilkirin. Nêzîkbûna her du jinan ji kiryarê re, nehate tespîtkirin.
Li gor raporê, ji 31 jinên hatine qetilkirin 11 jin bi hinceta ku dixwazin telaqê bikin an jî têkîlîya wan red kirine hatine kuştin. 2 jin ji ber sedemên aborî hatin qetilkirin. Sedema qetilkirina 18 jinan jî nehat zelalkirin.