Tê payîn ku kesên piştê kongreya Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) ya Amedê pêk hat, îro sewqê edlîyeyê bên kirin.
Tê payîn ku kesên piştê kongreya Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) ya Amedê pêk hat, îro sewqê edlîyeyê bên kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve piştê 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a ji alîyê DEM Partî ve li Amedê hatibû lidarxistin bi dawî bû, 42 kes hatin binçavkirin. Walîtîya Amedê derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got; “42 kesên ku di 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanên Partîyê ya ku ji alîyê Serokatîya Bajar a Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê ve li bajarê me di 24’ê Kanûna 2023’an de hat lidarxistin de li dijî qanûnê çalakî pêk anîn û kevir avit polêsan, 42 kes hatin binçavkirin. Derbarê gumanbaran de ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve lêpirsîna edlî hat destpêkirin.