Ligel hewla zêdekirina rêjeya faîzê ya Banka Navend, daketina nirxê Lîreyê Tirk û bilindbûna dolar û eûro berdewam dike.
Ligel hewla zêdekirina rêjeya faîzê ya Banka Navend, daketina nirxê Lîreyê Tirk û bilindbûna dolar û eûro berdewam dike.
Dovîza ku piştê tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê ya ku di 28ê gulanê hat kirin da zêde bûbû, digel biryara Banka Navend ya 4 qat zêdekirina faîzê jî liv û tevgera xwe didomîne.
Banka Navend herî dawî rêjeya polîtîkaya ku berîya hilbijartinan ji sedî 8,5 bû, di 21ê Îlonê de ji sedî 500 puan zêde kir û bû ji sedî 30.
Ligel vê yekê jî Dolar bi 27 lîre û 19 quruşan dest bi hefteya nû kir. Bihayê Euroyê jî bi 28 lîre û 97 quruş e.