Ji ber ziwabûna Bendava Deve Geçîdî ya Amedê, biryar hat girtin ku av ji bendavek din were zêdekirin.
Ji ber ziwabûna Bendava Deve Geçîdî ya Amedê, biryar hat girtin ku av ji bendavek din were zêdekirin. Vekişîna ava Gola Bendava Deve Geçîdî ya ku di avdanîya çandinîyê ya herêmê de xwedî cihekî girîng e û lê masîgirîya avên şîrîn lê tê kirin, bandoreke neyînî li zindîyan jî kir. Bi biryara Navenda Koordînasyona Krîza Ziwatîyê ya Amedê, ji Gola Bendava Dîcleyê 27 mîlyon metrekup av bê zêdekirin. Midûrê Şaxa Xebat û Lêgerînê yê Midûrîyeta Herêma 10emîn a Karên Hîdrolîk a Dewletê, Yaşar Ceylan, dîyarkir ku li gor pêşbînîyên îqlîmî wekî par îsal jî baran têrê nake.