Hat ragihandin ku di sala 2023an de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji 3 milyonê zêdetir muayeneyên nexweşan hatine kirin.
Wezareta Tenduristîyê di sala 2023an de li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê ji 200 milyon lîreyê zêdetir piştgirîyê kirîye.
Hat dîyarkirin ku di sala 2023an de di serî de Amed û bajarên herêmê û ji gelek bajarên Tirkîyeyê nexweş hatine nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê û bi tevahî ji 3 milyonê zêdetir nexweş hatine muayenekirin.
Her wiha hat ragihandin ku li nexweşxaneyê 57 hezar emeliyat û 17 hezar jidayikbûn hatine kirin.