Dadgehê biryara xwe ya derbarê zewaca H.K.G.ya 6 salî de eşkere kir.
Dadgehê biryara xwe ya derbarê zewaca H.K.G.ya 6 salî de eşkere kir.
Di îdîanameya ku Serdozgerîya Komarê ya Anadoluyê amade kiribû de derbarê damezrînerê Weqfa Hiranurê Yusuf Zîya Gûmûşel bi merasimeke olî keça xwe ya 6 salî H.K.G. bi Kadîr Îstekliyê 29 salî re zewicandîye de, ji ber sûcên "îstîsmara zayendî ya li ser zarokê” û “îstîsmara zayendî ya biwesf" ne kêmî 30 sal ji bo Kadîr Îstekli hat xwestin.
Ji bo bav Yusuf Zîya Gûmûşel û dayîk Fatima Gûmûşel ji ber sûcê "îstîsmara zayendî ya biwesf li ser zarokê" ji 18 sal ne kêmtir cezayê girtîgehê hat xwestin. Dadgehê 30 sal cezayê girtîgehê li Kadir Îstekli, 20 sal li Yusuf Zîya Gumuşel, 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Fatima Gumuşel birrî.