DERBARÊ WEKÎLÊ CHPÊ MAHÎR BAŞARIR DE RAPOR HAT AMADEKIRIN
Derbarê Wekîlê CHP'ê yê Mêrsînê Başarir de bi îdiaya ku Wezîrê Karên Hundir Suleymen Soylu tehdîd kiriye, raporek hat amadekirin.
Derbarê Wekîlê CHP'ê yê Mêrsînê Başarir de bi îdiaya ku Wezîrê Karên Hundir Suleymen Soylu tehdîd kiriye, raporek hat amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Wekîlê CHP'ê yê Mêrsînê Alî Mahîr Başarir de bi îdiaya ku di axaftina xwe ya li Şaredariya Edremîtê de gef li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu xwariye, rapor amade kir. Di rapora ku ji aliyê Buroya Lêkolîna Sûcên Meclîsê ve hat amadekirin de axaftina Başarir a di çalakiya 20'ê Tebaxê de kiribû cîh girt. Rapor ji bo bighêje Meclîsê ji Wezareta Dadê re hat şandin.