Kevirên peyarêyên Taxa Bagcilar a Amedê nayên çêkirin û welatî mexdûr dibe. Parlamenterê DEM Partî ya Amedê Eren derbarê mijarê de pirsname da Meclîsê.
Derbarê kevirên peyarêyên ku li Taxa Bagcilarê ya navçeya Baglara Amedê hatin hilanîn û nehatine çêkirin û ji bo jîngehê nexweşîyê dike, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hate kirin.
Parlamenterê Amedê yê Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) Serhat Eren, bi daxwaza ku Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî bersiv bide di pirsnameya xwe de wiha pirsî,
“Îhaleya nûkirina kevirên peyarêyên bulvara Qamişlo çi wext, bi çi rêbazan hat kirin û kê bi ser ket? Xebata temîrkirin û nûjenkirinê kengê dest pê kir? Ji bo gilîyên welatîyên li Taxa Bagcilarê dijîn ji holê rabe hûn ê însîyatîfa xwe bigrin?"