DERBARÊ PARKIRINA QERTAN DE ŞÎMŞEK: JI TU NÛÇEYAN BAWER NEKIN
Wezîrê Xezîne û Darayîyê Mehmet Şîmşek di daxuyanîya ku da de derbarê nûçeyên qertên krêdîyê de sînordarkirina parkirinê de got:
"Ji tu nûçeyan bawer nekin." Wezîr Şîmşek derbarê mijarê da daxuyanîya Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê parve kir û wiha got: "Ji bo ku li pîyaseyan nerehetî û bêbawerîyê biafirînin nûçeyên bi qestî tên belavkirin. Me polîtîkayên ku em ê di heyama bernameya xwe ya navîn de bimeşînin bi zelalî eşkere kirin. Polîtîkayên me yên li gor rêgez û pêşbînîkirî wê di heyama piştê hilbijartinê de jî bidomin. Di vê çarçoveyê de ez ji welatîyên xwe daxwaz dikim ku ji kerema xwe re bi nûçeyên ku we ji me nebihîst bawer nekin."