Derbarê mirina bi guman a kesê ku li Çinarê bi îdîaya heywan zîtik lêxistibû de lêpirsîn hat destpêkirin.
Di bûyera ku li Gundê Çepnîyan a navçeya Çinarê ya Amedê pêk hat de, Mehmet Gezal ê 23 salî ku ji ber "zîtika heywanan" birîndar bû û ji alîyê xizmên wî ve rakirin nexweşxaneyê û di rê de Gezal radestê tîmên tenduristîyê kirin.
Gezal ê ku piştê midaxaleya ekîbên tenduristîyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî, tevê hemû midaxaleya bijîjkan jîyana xwe ji dest da.
Di otopsîyê de mirina Gezal bi guman hat dîtin, ji ber ku hat tespîtkirin di stûyê wî û di hundirê guhên wî de birîn hene. Derbarê bûyera ku di rapora ewil a otopsîyê de wek "mirina bi guman" hatibû nivîsandin de lêpirsîn hat destpêkirin.