Odeya Dermanfiroşan a Amedê derbarê kirrîna dermanan a ji ser înternetê hişyarî da.
Odeya Dermanfiroşan a Amedê derbarê kirrîna dermanan a ji ser înternetê hişyarî da.
Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Ahmet Turgay Yaşar, bi boneya 25'ê Îlonê Roja Dermanfiroşan a Tirkîyeyê de peyamek weşand û destnîşan kir ku divê hemwelatî dema ji înternetê dermanan dikirin baldar bin.
Yaşar, bi bîr xist ku divê derman û berhemên tenduristîyê tenê ji dermanxaneyan bên kirrîn.
Di berdewama peyama xwe de jî Yaşar, ragihand ku dermafiroş digel hemû zehmetîyên ku dijîn jî, bênavber xizmeta dermanan didomîn in û xwest ku rojên pêş de pirsgirêkên pîşeyî û aborî yên dermanfiroşan bên çareser kirin.