Derîyê Sînor ê Refahê yê di navbera Filistîn û Misrê de cara yekem ji bo Gazeyê hat vekirin. Tehlîyeya welatîyên bîyanî û birîndarên giran dest pê kir.
Derîyê Sînor ê Refahê yê di navbera Filistîn û Misrê de ji bo derxistina bîyanîyan û birîndarên giran hat vekirin.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê ev 26 roj e bênavber dewam dikin, li bajêr zêdeyê 8 hezar mirovên bêguneh mirin.
Hat dîyarkirin ku ji ber dorpêçê rewşa bi hezaran birîndar giran e. Îsraîl, Hamas û Misir ji bo vekirina Derîyê Sînor ê Refahê li hev kirin. Piştê peymanê, xwedîyên pasaportên bîyanî û welatîyên Gazeyê yên bi giranî birîndar bûn, dest bi tehlîyeya Misrê kirin.
Derîyê Sînor ê Refahê ji destpêka şer û vir ve cara ewil ji Gazeyê re hat vekirin. Berê destûr ji bo derbasbûna alîkarîyên mirovî yên ku ji Misrê dihat, hatibû dayîn.