DENGBÊJA JIN FELEKNAZ KEVNEŞOPIYA DENGÊJÎYÊ DIDOMÎN E
Li Amedê nûnera jin a mala dengbêjan Dengbêj Feleknaz, çand û kevneşopîya dengbêjîyê li xwe digre û berdewam dike.
Dengbêja jin Feleknaz, behsa diroka kevneşopîya dengbêjîyê ku heta roja me ya îro hatîye kir û got, “Dengbêjî serê ewil jinan dest pê kirîye. Dengbêjî bidengxistina derd û kula ye. Mirov bi dengbêjîyê derdê xwe vedibêje. Dema mirov tên vê derê û çav li min dikevin ji alîyekî ve şaş dibin, ji alîyekî ve jî kêfxweş dibin. Tûrîstên xwecîhî û biyanî dema ku tên mala dengbêjan û min li wir dibînin eleqeyeqe mezin nîşanê min didin.”