Di lêkolîna ku li 15 bajarên ku Kurdî lê tê axaftin hat kirin de, hat dîyarkirin ku her ku dahata mehane ya malbatan kêm dibe rêjeya kesên ku dixwazin zarokên wan bi zimanê zikmakî perwerde bibin zêde dibe.
Di lêkolîna ku li 15 bajarên ku Kurdî lê tê axaftin hat kirin de, hat dîyarkirin ku her ku dahata mehane ya malbatan kêm dibe rêjeya kesên ku dixwazin zarokên wan bi zimanê zikmakî perwerde bibin zêde dibe.
Navenda Lêkolînan a Sosyo-Polîtîk, ji bo pîvandina Bikaranîna Zimanê Zikmakî û Daxwaz û Meylên Derbarê Zimanê Zikmakî de li Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlîg, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Îdirê xebat kirin.
Di lêkolîna ku bi daneyên TUÎK'ê yên sala 2022'an hat kirin de, rû bi rû bi 2 hezar û 443 kesan re hevdîtin hat kirin. Ji pirsa "Hûn xwe çawa wekî nasnameyeke etnîkî pênase dikin?" re ji sedî 85,2ê koma lêkolînê xwe wek Kurd, ji sedî 9 wek Tirk, ji sedî 4,3 Ereb, ji sedî 0,2 Ermen û ji sedî 0,2 jî Suryanî dane nasîn. Ji sedî 60,8 ê beşdarên anketê dîyar kirin ku li malê bi Kurdî diaxivin, ji sedî 26,2 jî bi Tirkî diaxivin û ji sedî 9ê wan jî bi heman rêjeyê bi Tirkî û Kurdî diaxivin.
Hat dîtin ku her ku aborîya mehane ya malbatê zêde dibe, bikaranîna Kurdî kêm bû û bikaranîna Tirkî jî zêde bû. Di çarçoveya lêkolînê de pirsa "Hûn dixwazin zarokên we bi zimanê dayîkê perwerde bibin?" ji sedî 86,7 ê beşdaran bersiva 'erê' dane, ji sedî 4,2 jî bersiva 'na' daye. Li gorê lêkolîneran, ji bo parastina Kurdî divê bibe zimanê perwerdeyê, garantîya qanûnî bê dayîn, wek zimanê fermî bê qebûlkirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê qebûlkirin. Ji sedî 10,2 ê beşdaran jî bersiva "pêwîstî bi tiştekî tine" dan.