Hatîmogullari, "Doza me, têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafan e ku pirsgirêkên xwe çareser bike."
Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) namzetên jin ên hevşaredarên şaredarîya Amedê da nasîn.
DEM Partî li Amedê ji bo hevserokên jin ên ku wê di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de wek namzet nîşan bidin, bernameya danasînê li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û gelek kes tevlê bernameya danasînê ya li oteleke bajêr hat lidarxistin bûn.
Hatîmogullari anî ziman ku ew ê di hilbijartinê de qeyûman bişînin û wiha got, "Doza me, têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafan e ku pirsgirêkên xwe çareser bike."