DEDGEHA QANÛNA ESASÎ XALA 2206 A TCK Ê BETAL KIR
Di xala 220/6 a Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de ku gelek caran di darizandinên rojnamevanan de û her wiha dozên 15’ê Tîrmehê û gelek dozên rêxistinên çekdar de tê sepandin, wiha tê gotin: “Kesê ku li ser navê rêxistinê sûc bike, her çiqas ne endamê rêxistinê be jî bi sûcê endamtîya rêxistinê tê cezakirin.
Cezayê sûcê endamtîya rêxistinê dibe ku heta nîvî kêm bibe. Xala vê bendê tenê ji bo rêxistinên çekdar derbasdar e.” Dadgeha Destûra Bingehîn xala 220/6 bi hinceta "neqanûnî ye" betal kir. Biryara ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin wê piştê 4 meh bikeve merîyetê.