Ev bû cara sêyemîn ku daxwaza serbestberdana Rêvebirê Tele1ê Merdan Yanardag tê red kirin.
Ev bû cara sêyemîn ku daxwaza serbestberdana Rêvebirê Tele1ê Merdan Yanardag tê red kirin.
Merdan Yanardag di 27ê Hezîranê de bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê kirîye" bi hinceta di bernameya "4 Pirs 4 Bersiv" de gotîye AK Partî pêvajoyeke nû ya çareserîyê bi Abdullah Ocalan re ku di Girtîgeha Îmralîyê de ye amade dike, nêrîna xwe dîyarkirîye hat girtin.
Li gor nûçeya Tele1ê 30emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo Yanardag lêpirsîna binçavkirinê da. Dadgehê dîsa daxwaza berdana Yanardag red kir û biryara berdewamkirina girtina wî da. Yanardag ê ku girtina wî wê di 8'ê Îlonê de ji nû ve bê nirxandin, wê di 4'ê Cotmehê de derkeve pêşberê dadger.