Darbeya Kenan Evren a 12’ê îlonê ya 1980’yan ku wek serdema herî tarî derbasî dîrokê bûye di gelek bajaran de bi daxuyanîyên girseyî hatin protestokirin.
Darbeya Kenan Evren a 12’ê îlonê ya 1980’yan ku wek serdema herî tarî derbasî dîrokê bûye di gelek bajaran de bi daxuyanîyên girseyî hatin protestokirin.
Komeleya 78’an a Amedê di sedsala darbeya 12’ê îlonê de li ber Girtîgeha Tîpa E’yê ya Amedê ku wek Girtîgeha Amedê ya bi hejmara 5’an dihat nasîn û bi berxwedana li dijî êşkenceyên Esat Oktay Yildiran dihat nasîn daxuyanî da. Berdevkê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş di daxuyanîyê de wiha axivî: “Digel ku ewqas dem ji ser darbeyê borî hiqûqa 12’ê îlonê di roja me ya îro de neguherî. Çi hiqûqa hundirîn çi hiqûqa gerdûnî li kar nakeve. Hiqûq tê binpêkirin. Divê pêşengên darbê û êşkenceker werin darizandin.”