Kesê ku ji alîyê Kazakîstanê ve bi hinceta endamê DAIŞ'ê ye bi Bultena Sor dihat xwestin, piştê ku 29 meh li Girtîgeha Sîncanê girtî ma, bi şertê darizandina negirtî, serbest hat berdan.
Kesê ku ji alîyê Kazakîstanê ve bi hinceta endamê DAIŞ'ê ye bi Bultena Sor dihat xwestin, piştê ku 29 meh li Girtîgeha Sîncanê girtî ma, bi şertê darizandina negirtî, serbest hat berdan.
Li gor nûçeya Hale Gonûltaş a ji Artî Gerçekê, D.K.ya ku dema ji alîyê INTERPOL'ê ve bi hinceta endamtîya DAIŞ'ê bi Bultena Sor lê digerîya û bi awayekê neqanûnî ji Sûrîyeyê derbasê Tirkîyeyê bû,
li navçeya Polatlîya Enqereyê bi nasnameya sexte hatibû girtin, Ji ber ku meqamên dadwerî yên Qazaxistanê belgeyên pêwîst neşandin, bi şertê darizandina negirtî serbest hat berdan. Welatîyê Qazaxistanê D.K.yê ku di bin kontrola edlî û qedexeya derketina derve de bû, niha li Enqereyê dijî.