Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku di mehên havînê de, di temînkirina ava vexwarinê de pirsgirêk dernekeve, lez da xebatên paqijkirin û temîrkirinê.
Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku di mehên havînê de, di temînkirina ava vexwarinê de pirsgirêk dernekeve, lez da xebatên paqijkirin û temîrkirinê. Di çarçoveya amadekarîyên havînê de, malzeme û amûrên Stasyona Pompekirina Bendava Dîcleyê ku li bajêr rojane 259 hezar metrekup av dide, ji alîyê ekîban ve hatin parastin. Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên ekîban li cihê bûyerê lêkolîn kir; wî dîyarkir ku, bi saya amadekarîyên ku kirine, rê li ber xirabî û pirsgirêkên ku di mehên havînê de di dabînkirina avê de çêdibin, hatine girtin.