DÎSKÎ LI TAXA DEREBOYU YA ERXENÎYÊ XEBATÊ DA DEST PÊ KIRIN
Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya Taxa Dereboyu ya Navçeya Erxenîyê, dest bi xebatê kir.
Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya Taxa Dereboyu ya Navçeya Erxenîyê, dest bi xebatê kir. Di daxuyanîya ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve hat dayîn de, hat dîyarkirin ku Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê di çarçoveya plansazîya xwe de, çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya taxên gundan ên navçeyan didomîne. Ekîbên DÎSKÎ’yê lûleyên ku ava vexwarinê dide Taxa Dereboyuyê temîr kirin û lûleyên kevin jî nû kirin.