DÎSKÎ LI SER NUQTEYÊN BI RÎSK XEBATA BAYPASS’Ê DIKE
Ekîbên Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) piştê barana zêde ji bo rêgirtina li lehîyê xebatên temîrkirinê kirin.
Ekîbên Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) piştê barana zêde ji bo rêgirtina li lehîyê xebatên temîrkirinê kirin. DÎSKÎ’yê li nuqteya ku li Xaçerêya Alayê ya Rêya Mêrdînê ye, xebatê bypassê kir. Ekîban, ji bo şebekeya ku di hewaya baranê da ji hêla wesayît û trafîka peyayan va metirsî çêdike, şebekeyê xetê çêkirin. Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî’yê ku xebatên lêkolînê kir, dîyarkir ku pirsgirêka li ser xetê ya ku bi salan e dewam dike û şêniyên herêmê gilî û gazincên xwe dikin çareser bûye.