Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) Firat Tûtşî, bi rêveberên park û baxçeyên şaredarîyên navçeyan re civîneke tedbîrên teserûfa avê li dar xist.
Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) Firat Tûtşî, bi rêveberên park û baxçeyên şaredarîyên navçeyan re civîneke tedbîrên teserûfa avê li dar xist.
Di civînê de tedbîrên li dijî hişkesalî û teserûfa avê hatin gotûbêj kirin.
Tûtşî di civînê de axivî û got, “Qada hêşîn berê bi ava vexwarinê dihat avdan. Bi xebata ku me 4 sal berê wek DÎSKÎ da destpêkirin, piranîya qadên hêşîn ne bi ava vexwarinê bi ava sondajê tê avdan.”
Di civînê de biryar hat girtin ku avdanî bi şev bê kirin û tenê bi 10 xulekan bê sînordarkirin û tankerên avê bi ava vexwarinê neyên dagirtin.