Dadgeha Destûra Bingehîn, li ser daxwaza partîyê dîroka parastina devkî ya doza girtina HDP'ê taloqî 11'ê Nîsanê kir. Bloqeya li ser hesabê wan yê alîkarîya xezîneyê jî hat rakirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn, li ser daxwaza partîyê dîroka parastina devkî ya doza girtina HDP'ê taloqî 11'ê Nîsanê kir. Bloqeya li ser hesabê wan yê alîkarîya xezîneyê jî hat rakirin.
Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind, ji bo girtina HDPyê li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekiribû, ev pêvajo didome.
Di vê çarçoveyê de şandeya Dadgeha Destûra Bingehîn di 14’ê Adarê de li xweparastina devkî ya rayedarên partîyê guhdarî dikir. Roja parastinê li ser daxwaza partîyê taloqî 11'ê Nîsanê hat kirin.
Li alîyê din Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina HDP’ê de weke tevdîr, biryara bloqekirina hesabên xizîneyê ya HDP’ê dabû. Dadgehê ev biryara xwe betal kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de weke tevdîr, biryara bloqekirina hesabên xizîneyê ya HDP’ê dabû. Dadgehê ev biryara xwe betal kir.