Odeya Zêrfiroşan a Amedê ji bo wêneyên kesayetên manewî û olî ku ji bo mirov bi wan pêbawer bibe yên li cihê kar hatine daliqandin bên rakirin dest bi xebatê kir.
Odeya Zêrfiroşan a Amedê ji bo wêneyên kesayetên manewî û olî ku ji bo mirov bi wan pêbawer bibe yên li cihê kar hatine daliqandin bên rakirin dest bi xebatê kir.
Serokê Odeya Zêrfiroşan a Amedê Mehmet Yuksel, dîyar kir ku ne rast e ku ji bo bazirganîyê hestên olî û manewî bên bikaranîn û got “Ev îdraq û hişmendî li hemberê kesayetên ku li ber dilê civakê gelek bi qîmet e jî, neheqî ye. Ji ber vê yekê ji bo bibe mînak me ji cîhê karê xwe dest pê kir. Divê esnaf bi durustî û bi kesayetîya xwe bazirganîyê bike û bi vê awayê xwe bide pêş. Em hemû esnafê xwe vedixwînin vê tevgerê û ji wan dixwazin ku wêneyan ji dikanên me derxînin.”