Gelek saziyên sivîl bertek nîşanî wê yekê dan ku îsal Wezareta Perwerdeya Netewî di tayînkirina 20 hezar mamosteyan de tenê 3 kontenjan ji bo kurdî (kurmancî û zazakî) eşkere kiriye û ji bo herî kêm 200 wezîfedarkirina nû, kampanyayên curbecur hatin destpêkirin.

Rêveberê Înîsiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) Prof. Dr. Aziz Yagan di beyanata xwe de wiha got: “Di dema dawî ya erkdarkirinê de me dît ku 3 kontenjan ji bo mamostayên kurdî têrê nake û me gelek caran telefonî wezaret û partiyên siyasî kir û me pêşniyar kir ku herî kêm 200 mamosteyên din ên kurdî bên destnîşankirin. Tayînkirina 3 mamosteyan ji bo 20 hezar xwendekarên ku dersa kurdî hilbijartine têrê nake.”
Koordînatorê Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) Fevzî Bulgan jî wih got: Divê demildest daxwaza me ya 200 mamosteyan çi pêwîst be bike. 2 hezar û 550 mamosteyên ku ji Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bûne hene.”