Mûcahît Tektaş (29) ku li Amedê di şerê çekdarî yê di navbera du koman de ji serê xwe birîndar bibû, piştê 7 roj li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da û îro hat definkirin.
Mûcahît Tektaş (29) ku li Amedê di şerê çekdarî yê di navbera du koman de ji serê xwe birîndar bibû, piştê 7 roj li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da û îro hat definkirin.
Di bûyera ku şeva 19ê Mijdarê li Taxa Bariş a Navçeya Kayapinara Amedê qewimî de, dAi navbera du koman de ji ber deyn şerê çekdarî derket û di encamê de Mûcahît Tektaş bi çekê ji serê xwe bi giranî birîndar bû.
Tektaş ê ku 7 roj li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl dihat dermankirin, duh bi şev jîyana xwe ji dest da. Tektaş piştê karên otopsîyê îro li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.
Ji alîyê din ve ekîbên polêsan ji bo girtina gumanbarên bûyerê xebatên xwe didomînin.