Li Mizgefta Kavasi Sagir a Navçeya Sûrê tevê ku zirar dîtîye jî welatîyên Amedê îbadetên xwe li wir didomînin.
Li Mizgefta Kavasi Sagir a Navçeya Sûrê tevê ku zirar dîtîye jî welatîyên Amedê îbadetên xwe li wir didomînin.
Li gorê nûçeya Tîgrîsê, îbadetên li mizgefta ku di sala 2015'an de ji ber pevçûnên li navçeya Sûr a Amedê xera bûbû, dewam dike. Hat dîtin ku ji hêlek kevirên bana mizgeftê dikeve xarê û ji hêlek jî dîwarê paş ku ber bi hilweşînê ve ye bi paldana daran hatîye parastin.
Tevê ku daxwazname pêşkeşê Midûrîyeta Herêmê ya Weqfan hat kirin jî dîwar nehat temîrkirin, ev yek bû sedema bertekên civaka mizgeftê. Civaka mizgeftê daxwaz kir ku di demek herî nêz de dîwarê mizgeftê bê temîrkirin.