Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya herî kêm wê di 13'ê Hezîranê de li ser zêdekirina mûçeyê bicive.
Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya herî kêm wê di 13'ê Hezîranê de li ser zêdekirina mûçeyê bicive.
Pêvajoya derbarê mûçeya herî kêm a nû de ku rasterast zêdetirî 7 mîlyon karmendan eleqedar dike, wê di 13'ê Hezîranê de dest pê bike.
Civîn ji alîyê Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî ve tê li darixstin. Heyeta TÛRK-ÎŞ'ê ya ku nûnerê karkeran û Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkîyeyê (TÎSK) ku nûnertîya beşa kardêran dike wê beşdar bibin.
Mûçeya herî kêm ji bo karkerekî 10 hezar û 8 lîre û dema bac û dabiran tê jêkirin jî 8 hezar û 506 lîre û 80 quruş tê sepandin. Bi tevahî lêçûna mûçeya herî kêm a ji bo karkerekî 11 hezar û 759 lîre û 40 quruş e.