Cenazeyê Dengbêj Mihemedê Nenyasî yê ku di bin kavilên Dîyar Galeria ya ku li Amedê ji ber erdhejê hilweşîyabû, piştî 10 rojan ji bin xirbe û kavilan hat derxistin.
Cenazeyê Dengbêj Mihemedê Nenyasî yê ku di bin kavilên Dîyar Galeria ya ku li Amedê ji ber erdhejê hilweşîyabû, piştî 10 rojan ji bin xirbe û kavilan hat derxistin.
Li Navenda Karsazîyê ya Dîyar Galeria xebatên lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane berdewam dike. Mehmet Tanrıverdi bi navê xweyê din Dengbêj Mihemedê Nenyasî, ew û hevjîna xwe û 3 zarokên xwe di bin kavilên Dîyar Galerîayê de man û jîyana xwe ji dest dan. Cenazeyê hemû ferdên malbatê di 13'ê Sibatê de ji bin kavilên Galeria hat derxistin û li goristana Yenîkoy hat defin kirin.