Hat îdîakirin ku Konseya Neteweyî ya Goştê Sor (UKON) a ku ji bo nirxê goştê sor bihêle û ji bo gel goşt erzan bixwin hatîye avakirin, bûye sedem ku goşt hîn bihatir bê firotin.
Li gor nûçeya rojnameya Sözcü, Endamê Lîjneya UKON’ê Nîhat Çelîk ku ev îdia kiribû, ji wezîfeya xwe ya li UKON’ê îstifa kir û dîyar kir ku Lîjne di bin rêberiya “hin navnîşanan” de tevdigere, ji ber vê yekê hem hilberîner hem jî xelkên ku goşt dikirin mexdûr dibin.
Çelîk, anî ziman ku fîrmayên mezin ên ku goştê sor ji hilberîneran bi bihayekî pir erzan dikirin, heman goşt bi 3 qatan biha difiroşin ji xelkê re û UKON jî ji vê sîstemê re çavê xwe digire.