ÇAVÛŞOGLÛ DIYAR KIR DIBE KU JI BO MISRÊ SERÎF WERE TAYÎN KIRIN
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Enqereyê piştî civîna hevpar a çapemenîyê ya bi Alîkarê Serokê Lijneya Wezîrên Tirkmenan û Wezîrê Karên Derva Raşîd Meredov re bersiv da pirsên rojnamevanan.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Enqereyê piştî civîna hevpar a çapemenîyê ya bi Alîkarê Serokê Lijneya Wezîrên Tirkmenan û Wezîrê Karên Derva Raşîd Meredov re bersiv da pirsên rojnamevanan. Çavuşoglu destnîşan kir ku di navbera Tirkîyeyê û Misrê de dibe ku têkilîyên temam ên dîplomatîk ji nû ve bên avakirin û got ku her du welat dikarin di rojên pêş de balyozên xwe yên hevpar tayîn bikin û rayedarên her du welatan dikarin "normalkirina têkilîyan" gotûbêj bikin.