Dadgeha Federal a Iraqê biryara rawestandina bûdceya da.
Dadgeha Federal a Iraqê biryara rawestandina bûdceya da. Dadgeha Federal ya Iraqê ragihand ku biryar daye bûdceya (70 milyar dînarên Iraq) ku ji bo karûbarên Kazimî hatîye terxankirin were rawestandin. Di berdewamîya daxuyanîyê de wiha hat gotin, "Ev butçeya ku ji bo Kazimî hatîye veqetandin, heta dosya bê ronîkirin û biryara dawî ya li ser qanûnî ye yan ne yasayî ya butçeyê bê dayîn, wê bê rawestandin."