BIRYARÊN NÛ YÊN DERBARÊ HILBIJARTINÊ DE HAT WEŞANDIN
Azadîya propagandayê û eşkerekirina lîsteyên hilbijêran ên ku ji alîyê Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve ji bo Hilbijartinên Rêveberîyên Herêmî yên di 31'ê Adara 2024'an de bên kirin, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Azadîya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinan 21ê Adara 2024an roja pêncşemê dest pê dike û di roja berîya dengdanê saet 18:00an de bi dawî dibe.
Her wiha di salnameya hilbijartinê ya ku di 1’ê Çileya 2024’an de dest pê dike de, 4’ê Çileya 2024’an roja Pêncşemê saet di 08:00 de lîsteyên hilbijêran litaxên muxtaran wê bên daliqandin û 17 Çileyê roja Çarşemê saet 17:00’an de bên rakirin.