Bihayê hêkan di sala dawî de du qat zêde bû û bihayê her hêkekê derket 4 lîre.
Bihaya hêkan ku yek ji xwarinên herî zêde di metbexê de tê bikaranîn, di salekê de du qat zêde bû.
Di nûçeya NTVyê de tê dîyarkirin ku kartona ji 30 hêkan pêktê ku di sala 2022an de li bazaran bi 60 lîre dihat firotin, îsal ji cîhê bi tomarî tê firotin bihayê hêkan 80 lîre ye û heta ku digihîje bazar û marketan bihayê wê qat bi qat zêde dibe û heta bi 120 lîre jî tê firotin.
Hilberînerê Hêkan Kerîm Goker, di derbarê mijarê de wiha got: “Rojek ji roja din cûda dibe. Ez îro dibêjim 80 lîre, sibê dibe 95 lîre.
Ji ber zêdebûna mazotê û hin lêçûnên madeyên xam zêde dibin. Piştê zêdebûna madeyên xam, bihayê penîr, şîr û hêkan jî zêde dibe. Mesrefên pakêtê pir zêde bûne. Karton berê 1 lîre bû, niha di navbera 2 lîre û 2 lîre û nîvan de ye. Buhayê plastîkê pir zêde bûye. Berê me heqê pakêtê 1 lîre hesab dikir, niha bûye 6 lire.
Li gor daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) hilberîna hêkên mirîşkan di tîrmehê da li gor par ji sedî 7 zêde bûye. Di meha tîrmehê de milyarek û 682 milyon hêk hatine hilberandin.
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk