Hamas derbarê piştgirîya Serokê Amrîkayê Joe Bîden a ji bo îdîayên Îsraîlê yên ku têkoşerên Hamasê bi şîdeta zayendî û destdirêjîyê sûcdar dike, bertekên tund nîşan da.
Hamas, qebûl kirina Serokê Amrîkayê Joe Bîden bi "îdîayên bêbingeh, ku hewla Îsraîlê ye ji bo tawanbarkirina têkoşerên Hamasê bi tundîya zayendî û destdirêjîyê di êrîşên Tofana Eqsayê ya 7ê Cotmehê de" bi tundî şermezar kir.
Di daxuyanîya Hamasê ya ku hat dîyarkirin Bîden "propagandaya sîyonîst a erzan" dike de wiha hat gotin: "Em vê yekê ji bo lîderekî ku divê asteke herî kêm a bêalîbûnê hebe wek kêmasîyeke nû ya exlaqî dibînin.
Di daxuyanîyê de bang li sazîyên çapemenîyê yên navneteweyî hat kirin ku îdîayên sîyonîstan bêbingeh eşkere bikin.