Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ewê dîplomatekî Kurd weke sefîrê nû yê Amerîkayê li Misrê destnîşan bikin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ewê dîplomatekî Kurd weke sefîrê nû yê Amerîkayê li Misrê destnîşan bikin.
Li gor rapora ajansa nûçeyan a Reuters`ê, di daxûyanîya Koşka Spî de, hat ragihandin ku serokê Amerîkayê Biden, plan dike ku dîplomatê kurd Hêro Mistefa Bacalan, ji bo sefîrtîya welatê xwe li Qahîreyê li Misrê destnîşan bike. Hêro Mistefa di sala 1973an de li Hewlêrê ji dayîk bûye, di 3 salîya xwe de tevî malbata xwe koçê xwe li Amerîkayê kir. Hêro Mistefa ya ku di hikûmeta Amerîkayê de gelek wezîfeyên cûda cîh girtîye, ji sala 2019an vir ve Sefîra Amerîkayê ya li Bulgaristanê ye.