Piştê wefata Wekîlê Kocaelîyê Hasan Bîtmez, hejmara parlamenterên Koma Saadetê daket binê hejmara komê û betal bû.
Bi wefata Bîtmez re hejmara wekîlên Koma Saadetê ya ku ji alîyê Partîya Saadet û Pêşerojê ve bi hev re hatibû avakirin daket 19an.
Partîyên Saadet û Pêşerojê ku di hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de ji lîsteyên CHP'ê hatibûn hilbijartin û her yekî 10 wekîl bi dest xistibûn, di meha Tîrmehê de li Meclîsê komeke hevpar ava kiribûn.