Sendîkaya Karkerên Bûroyê (BES) ya Şaxa Amedê, ji bo balê bikişîne ser bêhiqûqîya mûçeyên xebatkarên perwerde, tenduristî, ewlehîya civakî û sazîyên giştî, li ber Daîreya Bacê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyanîyê de pankartên "Ji koletîyê re na", "3600 nîşaneya zêde ji bo hemû xebatkarên buroyê re" û "Bi mîlyonan nikarin debara xwe bikin" bal kişandin. Sekreterê Giştî yê BES'ê Azîz Ozkan, di daxuyanîyê de axivî û dîyarkir ku wan şahid bûne ku hemû hikûmetên ku daxwazên kedkarên sazîyên giştî nedîtin û tişta ji wan re pêwist bû pêk neanîn, ji qada dîrokê hatin paqijkirin. Ozkan wiha berdewam kir; “AKP’yê ku ev 20 sal in yekane desthilatdar e, gav bi gav ber bi dawîyeke bi vî rengî ve diçe.” Daxuyanî, bi xwendina daxwazên karkeran bi dawî bû.