Şaredariya Bajarê Amedê, Midûriyeta Tenduristiyê û Midûriyeta Zabita beriya Cejna Remezanê bi hev re cihên kar û dikandar kontrol kirin.
Şaredariya Bajarê Amedê, Midûriyeta Tenduristiyê û Midûriyeta Zabita beriya Cejna Remezanê bi hev re cihên kar û dikandar kontrol kirin.
Ekîbên girêdayê Midûriyeta Zabita li cihên kar ên ku çirûsk û fîşekên ku di nava zarok û ciwanan de wekî lîstik û şahiyê tên bikaranîn kontrol kirin. Ekîban di kontrolan de hişyarî da xwediyê kargehan. Li aliyê din ekîbên girêdayê Midûriyeta Tenduristiyê, di kontrola ku li qesabxaneyekê hat kirin de 30 kîlo goştê sor ên ku dema wê derbas bû hatin îmhakirin.