Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Bakuya paytexta Azerbaycanê bi alên Kurdistan û Iraqê hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Bakuya paytexta Azerbaycanê bi alên Kurdistan û Iraqê hat pêşwazîkirin.
Li gor nûçeya Rûdawê, Barzanî ku li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev çûbû Bakûyê, piştê pêşwazîya fermî ya li Balafirgeha Navdewletî ya Heyder Alîyev, çû Koşka Serokkomarîyê û bi Îlham Alîyev re civîya.
Berîya serdanê alayên Kurdistana Federe, Iraq û Azerbaycanê li Balafirgeha Navneteweyî ya Heyder Alîyev hatin daliqandin.
Hat dîyarkirin ku Barzanî û Alîyev di civînê de pêwendîyên di navbera Azerbaycan, Iraq û Kurdistanê de wê bên gotûbêjkirin û li ser pêşxistina hevkarîyên hevbeş di warên cuda de gotûbêjan bikin.