BAROYA AMEDÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ KAFEYÊ ŞERMEZAR KIR
Baroya Amedê têkildarê êrîşa duh bi şev a ku kafeyek di nav Ceylan Karavîl Park da bi îdiaya ku alîgirên Îsraîlê ne hinek kesan êrîşên kafeye kiribûn ji bo vê mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.
Baroya Amedê têkildarê êrîşa duh bi şev a ku kafeyek di nav Ceylan Karavîl Park da bi îdiaya ku alîgirên Îsraîlê ne hinek kesan êrîşên kafeye kiribûn ji bo vê mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Baroyê li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî wisan parve kir; “Di 27’ê Cotmeha 2023’an de li bajarê me li hemberê kargeheke di Ceylan Karavîl Park de ji aliyê kesên ku êrîş û trajediya mirovî ya li Gazzeyê protesto kirin, çalakiyên tundiyê hatin kirin. “Em weke Baroya Amedê diyar dikin ku em li dijî her cure şîdetê ne. Ji bo pêşî li bûyerên tundiyê bêyî girtin û pêşî li rewşên neyînî yên ku rû bidin, em bang li welatiyan dikin ku bi aqil tevbigerin. Em hêvî dikin ku rayedar tedbîrên pêwîst werbigrin."