BANKA NAVEND PIŞTÊ 8 MEH FAÎZÊ ZÊDENEKIR
Banka Navend bêyî ku rêjeya polîtîkayê zêde bike yan jî kêm bike, rêjeya faîzê ji sedî 45 hişt.
Lîjneya Polîtîkayên Pere (PPK) ya Bankaya Navend ya Komara Tirkîye (TCMB) di civîna xwe ya ewil a di serokatîya Fatîha Karahan ê Serokê Banka Navend de biryar da ku faîz sabît bimîne. Di civînê de biryar hat dayîn ku rêjeya polîtîkayê piştê çerxa zêdekirina 8 mehan ji sedî 45 bimîne.