Banka Navend ku berbi zêdekirina faîzê ve diçe, wê îro biryara xwe ya faîzê eşkere bike. Hêvîya aborînasan ew e ku wê bi 500 pûanên bingehîn zêde bibin.
Banka Navend ku berbi zêdekirina faîzê ve diçe, wê îro biryara xwe ya faîzê eşkere bike. Hêvîya aborînasan ew e ku wê bi 500 pûanên bingehîn zêde bibin.
Lijneya Polîtîkayên Pereyan (PPK) a Banke Navend ya Komara Tirkîyeyê (TCMB) wê îro bi serokatîya Seroka Banka Navend Hafîze Gaye Erkan bicive.
Tê payîn ku piştê civînê demjimêr di 14:00an de biryara faîzê bê eşkerekirin.
Banka Navend piştê tayînkirina Hafîze Gaye Erkan, 27 meh şûnde pêvajoya kêmkirina faîzê bi dawî kir û di 3 civînên dawî yên PPKyê de rêjeya polîtîkayê ji sedî 16,5 zêde kiribû.