Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di Civîna Serokên Bajaran a partîya xwe de axivî û got, "Em nikarin destûrê bidin navendîbûna Kurdî."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di Civîna Serokên Bajaran a partîya xwe de axivî û got, "Em nikarin destûrê bidin navendîbûna Kurdî."
Bahçelî, bal kişand ser nîqaşên li ser binavkirina bulvara “Şêx Seîd” ku li Amedê hatîye çêkirin û wiha got, "Hinisli Saît xayîn e. Di serhildana Şêx Saîd de leşkerên me û gelê me şehîd û birîndar bûn."
Bahçelî di axaftina xwe de wiha got, "Axaftina bi Kurdî ya li Meclîsê jî nîşana zêdekirina eleqe û pesindana xayînan e.
Ziman tê wateya neteweyê. Zimanê Tirkîyeyê Tirkî ye. Zimanê dayîkê yê her kesê rêzdar e, lê nayê fikirîn ku em ê bi hinceta zimanê zikmakî rê bidin ku Kurdî navendî bibe."