Serokê Giştî yê Partîya DEVAyê Alî Babacanê ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat Amedê, li avahîya xizmetê ya Odeya Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) serdana Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr kir.
Serokê Giştî yê Partîya DEVAyê Alî Babacanê ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat Amedê, li avahîya xizmetê ya Odeya Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) serdana Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr kir.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê DTSO Mehmet Kaya, namzetên parlamenterîyê yên Tifaqa Milet û nûnerên partîyan beşdar bûn.
Babacan derbarê bûyerên li Erziromê qewimîn de wiha got: "Di bûyera keviravêtinê ya li hemberê Îmamoglu de mixabin helwesta birêz Erdogan û wezîrên pêwendîdar gelek sist bû. Erka dewletê ye ku ewlehîyê biparêze. welatîyên me yek bi yek divê van berpirsyarîyan ji bîr nekin."
Babacan derbarê ewlekarîya sindoqan de jî wiha got: "Berîya ku pusulayên dengan têxin çenteyan divê encamên sindoqan bi awayekî kontrolkirî ji alîyê rayedaran ve bê îmzekirin.
Me wek partîya Devayê di sîstema hevbeş a 6 partîyan de navên 26 hezar hevalên xwe û 600 hevalên parêzer qeyd kirîye. Em dikarin 200 hezar sindoqan kontrol bikin.
Şeva hilbijartinê di nava çend demjimêran de her tişt diqewime û bi dawî dibe. Welatîyên me xwedîyê sindoqan in; tişta yekem û ya herî girîng "Dema dengên di sindoqê de û dengên ku di protokolê de hatine tomarkirin li hev nayên, ne mimkûn e ku were telafîkirin."