NÛÇEYÊN KURDÎ

AZAD BARIŞ JI BO AHMET ŞIK GOT: EM LÊBORÎNA WÎ QEBÛL NAKIN!

Namzedê Parlamenterîyê yê Partîya Çepên Kesk a Amedê Azad Bariş, li Amed Radyo TV di bernameya SorûYORÛM de bû mêvanê Rêvebirê weşana giştî yê Amed Radyo Tv Ferat Mehmetoglû.

Azad Bariş, derbarê daxuyanîyên Parlamenterê Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik ên derbarê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevserokê Giştî yê berê Selahattin Demirtaş de axivî û bertek nîşan da. 

Bariş dîyar kir ku Ahmet Şik ne cara ewil e ku bi vê rengê tevdigere û wiha got: “Her çend paşnavê wî Şik e jî, ev ne cara yekem a Ahmet e ku wiha tevdigere û dibe ku ew ê ne ya dawî be jî. Tu yê ziman dirêjîya li Selahattin Demirtaş bike, tu yê dev bavêje tevgera kurd û ji kurdan re bibêjin faşîst û rabe weke ku tiştek neqewimî be lêborînê bixwazin, ev ne dilpakî ye.

Ger wî lêborîn nexwestibaya me yê ji dil samîmîtir bidîta. TÎP nikare bi lêborînê qîma xwe bîne, divê bi îxrackirinê bê şandin."  || AMED TV || 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.