Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara betalkirina hin erkên ku dabûn nobedarên sûk ??û taxan ku wek Bekçî tê binav kirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara betalkirina hin erkên ku dabûn nobedarên sûk û taxan ku wek Bekçî tê binav kirin.
Hin xalên Qanûna Nobedarên Bazar û Taxan ku di Hezîrana 2020’an de ket merîyetê, bi hinceta ku ji Bekçîyan re erkên awarte hatine dayîn, nîqaş derketin.
CHP’ê ji bo betalkirin û rawestandina pêkanîna 8 rêziknameyên cuda yên di qanûnê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
Dadgeha Bilind bi nirxandina serlêdanê biryara betalkirina 7 xal û xalên cuda yên qanûnê da.
Di nava xalên ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara betalkirina wan da ya herî balkêş rêziknameya li ser hêza "bi destan lêgerînê" û "girtina tedbîrên pêşîlêgirtinê" ji bo pêşîgirtina li xwepêşandan, meş û alozîyan bû.
Dadgeha Bilind daxwaza betalkirina rêziknameya ku mafê bikaranîna çekan dide Bekçîyan red kir.