Dadgeha Qanûna Esasî cara duyemîn biryar da ku di dosyaya Wekîlê TÎP'ê yê Hatayê yê girtî Can Atalay de binpêkirina mafan heye.
Parêzerên Atalay, ji ber binpêkirina biryara Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) a derbarê Atalay de ku di çarçoveya doza Parka Gezî de 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn, cara duyemîn serlêdana ferdî kirin.
Li Lîjneya Giştî ya AYM cara duyemîn serlêdana binpêkirina mafan a Can Atalay ê ku ji Partîya Karkerên Tirk (TÎP) wek parlamenter hat hilbijartin û bersûcên Doza Parka Gezîyê ye, daxwaza wî ya berdan û rawestandina darazê ku hat redkirin, nîqaş kirin.
Ji bo Atalay cara duyemîn biryara binpêkirina mafan hat dayîn. Biryar hat dayîn ku mafê azadîya şexsî û ewlehîya Atalay hatîye binpêkirin. Hat ragihandin ku biryar bi piranîya dengan hatiye girtin.